Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cumartesi - 19 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rojbûna Rêber Apo rojbûna vîna azad e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê rojbûna Rêber Apo li jin û gelan pîroz kir wiha got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna me, wateya hebûna me ye. Lewre em xwedan vê angaştê ne ku ji bo azadiya Rêber Apo, ji Zîlan û Bêrîtanan heta Asya Eliyan mîrateya ku şehîdên me hiştine teqez bi serketinê ve tacîdar bikin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi sernavê “Rojbûna Rêber Apo rojbûna vîna azad e” peyamek weşand û 4’ê Nîsanê pîroz kir. Peyama Fermandariya YJA Starê bi vî rengî dewam kir: “Dîroka gerdûnî, bi jidayikbûn û rabûna Rêber Apo ve gaveke pir girîng a azadiyê avêt. Lewre bi jidayikbûna Rêber Apo re roj bi roj berê mirovahiyê zêdetirîn ber bi azadiyeke mayînde ve diçe. Rêber Apo ku gelek caran xwe jinûve afirand bi gotina xwe ve; rojê 40 caran di kesayetiya xwe de şoreş pêk anî. Ev şoreş veguherî Şoreşa Rizgariya Jinê, Şoreşa Neteweya Demokratîk û di wateya giştî de bû Şoreşekê Enternasyonal.

Jiyan û tekoşîna Rêber Apo ya 76 salan bi taybetî jî ji koledariya jinê re bû mudaxeleyeke ku çerxa heyî berevajî bizivirîne. Ji hevaltiya zarokatî Elîf heta Sarayan, ji Zîlan û Berîtanan heta şehîdên me yên dawî ji tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê re Rêber Apo tim bû hevrêyê herî rast. Rêber Apo di kesayetiya xwe de ‘zilamtiya serdest’ kuşt û sînorên zayend derbas kir. Lewma kedeke bêhempa ji bo rizgariya jinan a ji pergala mêtinger de nîşan da û rêya şoreşa jinê heta dawî vekir.

Bi jidayikbûna Rêber Apo re Kurdên ku li ber pençê qirkirinê bûn xwedan parastin, zanist û her ku çû ji nav pençên qirkirinê dûr ketin. Kurdên ku di nava çala înkar û îmhayê de hênaseya xwe ya dawî dikişandin Rêber Apo mîna tekane rêça rizgariyê dîtin û xwe li dora wî pêçandin. Lewre bi salane bi taybetî gelê Kurd, li seranserê cîhanê jin û civak, rojbûna Rêber Apo mîna rojbûna xwe dibînin û pîroz dikin.

Rêber Apo, mirovê herî azad e ku çarenûsa xwe bi xwe nivîsandiye û çarenûsa ku ji hêla serdestan ve hatî çandin ji qurmê wê de hil kiriye û pûç kiriye. Ji temenê xwe yê zarok heta niha ji bo azadiyê têkoşînekî dijwar didomîne. Di nava vê têkoşeriyê de jiyana xwe mîna 3 zayînan pênase kir. Rêber Apo ji zayîna yekem heta zayîna dawiyê sînorên ferd û zayend tev qetand û tevahî bûyerên di mejî û dilê xweda safî kirî, kir malê jin û civakê.

Di nava 26 salên îzolasyon û tecrîda Îmraliyê de jî Rêber Apo bûyînên xwe yên azad dewam kir. Ji me tevan re hêza kesayeta azad nîşan da ku ti pergaleke dîlgirtinê nikare wî dîl bigire. Wî di nava şert û mercên Îmraliyê de paraznameyên mirovê azad, jina azad û civaka azad nivîsiye. Pêngavên xwe yên herî girîng ên paradîgmayî, fikrî û ilmî herî zêde jî di vir de pêk aniye.

Vaye îro jî dîrok di nava dîwarên Îmraliyê de ji zayîneke din re şahidiyê dike. Rêber Apo careke din pêngaveke dîrokî diavêje ku berê mirovatiyê di pêşengtiya jinan de dide azadiyê. Lewre îro ji tevahî aliyên jin, civak, gel û rewşenbîrên cîhanê ve piştgiriya vê pêngava nû tê kirin. Tevahî azadîxwaz û demokrat vê pêngavê mîna zayîneke nû dibînîn û bi hêviyên mezin pêşwazî dikin.

Bangawaziya Rêber Apo ya ku bi navê Aştî û Civaka Demokratîk hate deklerekirin mohra xwe û navê xwe li Newroza îsal da. Newroza ku her sal mîna refarandûma gelan derbas dibe îsal hîn bi girseyî qudreta Rêber Apo nîşanî tevahî cîhanê da. Çawa ku em hêza xwe ji Rêber Apo digirin ya ku qudreta Rêber Apo jî diyar dike piştgiriya jinan û gelan e.

Ji vê hêlê ve qadên Newrozê di pêşengtiya jinan de vîna gelan bi awayê herî şênber raber kiriye û textê faşîzmê ji binî ve hêjandiye. Qadên Newrozê daxwaza bilind a ji bo azadiya Rêber Apo pir vekirî û wêrekî nîşan daye. Gelên ku, bi taybetî jinên ku dizanin dîlîtiya Rêber Apo dîlîtiya wan û azadiya Rêber Apo azadiya wan e bi girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo ango azadiya xwe dikin.

Helbet ji bo aştî û azadiyê wê ev vîn li benda serdest û zordaran nemîne. Yê ku azadî û aştiyê pêk bîne wê ev vîna li qadên Newrozê be. Di vê bingehê de em pêngava ku Rêber Apo dayî destpêkirin rast fêm bikin û rast pêk bînin. Em çarenûsa xwe, aştî û azadiya xwe di destê dijberan de nehêlin.

Wek hêzên YJA Star, em dibêjin rojbûna Rêber Apo rojbûna me, wateya hebûna me ye. Lewre em xwedan vê angaştê ne ku ji bo azadiya Rêber Apo, ji Zîlan û Bêrîtanan heta Asya Eliyan mîrateya ku şehîdên me hiştine teqez bi serketinê ve tacîdar bikin. Em ê erka xwe yên welatparêzî û têkoşîna xwe ya azadiyê misoger bigihînin zemînên azad û demokratîk.

Carek din em rojbûna 76’emîn a Rêberê Gelan Rêber Apo li tevahî jinan û gelan pîroz dikin. Wek hêzên YJA Star ji bo demildest em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin em ê tekoşîna xwe bi awayekî bilintir bidomînin. Ji bo pêkanîna bangawaziya Rêber Apo bi dijwarî li ser xebat û erkên xwe bisekinin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar