Li Rojavayê Kurdistanê xebatên avakirina yekîtiya Kurdan bi hemû hêza xwe didome. Endamê komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya Kurd li Rojava û hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê diyar kir ku ew xebatên xwe yên ji bo ragihandina belgeya yekitî û lihevhatina di navbera partiyên kurdî de didomînin.
Dihate payîn ku di rojên Newrozê de encamên van gotûbêjan di navbera partî û hêzên kurdî de werin aşkerakirin û belgeya yekitiya partiyên kurdî were îmzekirin. Luqman Ehmê diyar kir: “Hewldanên ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh ku hemû aliyên kurdistanî tê de beşdar bibin û belgeyeke lihevkirinê were îmzekirin, hîn jî berdewam in. ”
Luqman Ehmê her wiha diyar kir: “Ev yekitî daxwaza gelê Kurd li Rojava, Kurdistan û Ewropayê ye ku di pîrozbahiyên Newrozê de derketin û daxwaza yekgirtina Kurdî û xebata ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê kirin.”
Ehmê da zanîn ku vexwendineke fermî ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) re hatiye şandin ji bo ku beşdarî kongreyê bibin, lê heta niha tu bersiv ji wan nehatiye. Ehmê bal kişand ser vê: “Divê hemû partî, komîteyên jinan, saziyên sivîl û ciwanan tev li kongreyê bibin da ku bibe bersivek ji daxwazên gelê Kurd re.”
Luqman Ehmê got kongreya neteweyî ku tê payîn were lidarxistin dê belgeyek lihevhatinê derxe ku tê de komîteyek ji partiyên Kurdan were avakirin ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ji bo hemû gelê Sûriyeyê. Her wiha da zanîn ku komîteya amadekar a kongreyê xebatên xwe yên ji bo lidarxistina kongreyê di zûtirîn demê de didomîne.
Di 19’ê Adarê de, komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya Kurd, Encûmena Nîştimanî ya Kurd (ENKS) vexwend ku tev li komîteyê bibe û beşdarî lidarxistina kongreyê bibe.