Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 29 Ekim 2025

HDP li dijî tecrîdê mitîngan li dar dixe

 HDP ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û çalakiyên ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatine destpêkirin, dê bi dirûşma; ‘Demokrasî, Azadî û Edalet’ li Amed û Stenbolê mitîngan li dar bixe

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin 57 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Bi heman armancê li 23 girtîgehan 91 girtî û li Strasbourgê 15 kes 3 hefte ne di greva birçîbûnê de ne. Çalakiyên greva birçîbûnê li Hewlêr, û Silêmaniyê jî dewam dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevê birçûbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin, dadikeve qadan.

Di vê çarçoveyê de dê di 19’ê mehê de li Amed û Stenbolê bi awayekî girseyî mitîngên herêmî li dar bixe. Ji bo ku her du mitîng jî bi girseyî derbas bibin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li bakurê Kurdistanê ji niha ve amadekariyên mitîngan hatine destpêkirin.

Ji bo mitînga Amedê dê ji sibê heta 8’ê mehê li hemû navçe û bajarên bakurê Kurdistanê, civînên gel bên lidarxistin. Wek naverok di van civînan de tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bên nirxandin û di dawiya civînan de gel ji bo mitîngê bê vexwendin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dê mitîng bi dirûşma “Demokrasî, Azadî û Adalet” bên lidarxistin û hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî beşdarî mitîngan bibin. Di rojên pêş de dê ji aliyê HDP’ê ve têkildarî mitîngan agahiyên berfirehtir bên dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar