Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hevberdevkên nû yên HDK’ê diyar bûn

Kongreya HDK’ê bi dawî bû û ji bo hevberdevkiya HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ve Sedat Şenoglû hatin hilbijartin

9’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bi dirûşma ‘Ked, aştî, azadî û li dijî faşîzmê têkoşîna civakî’ saetên serê sibê li Otêla Akar Internationalê dest pê kir, bi dawî bû. Lîsteya ku ji aliyê Komîsyona Lihevkirina Lijneya Giştî ve hatibû amadekirin bi delegeyan re hat parvekirin û bi yekdengî hat qebûlkirin. Li gorî vê encamê ji bo hevberdevkiya HDK’ê  Gulistan Kiliç Koçyîgît ve Sedat Şenoglû hatin hilbijartin. Her wiha meclisa giştî ya kongreyê ku ji 120 kesî pêk tê jî hat diyarkirin.

Sedat Şenoglû piştî ku hat hilbijartin axaftineke spasiyê kir. Şenoglû di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û ev tişt anîn ziman: “Li Îmraliyê hevdîtinek pêk hat. Me agahiyeke baş girt. Leyla Guven ne ji bo deynekî derbasbûyî ji bo pêşerojê ketiye çalakiyê.” Gulistan Kiliç Koçyîgît jî spasiya her kesî kir û ev tişt gotin: “Ez bawer dikim ku dê ev kongreya me li her derê xwe bide der. Girêk bi girêk têkoşîn derdikeve holê. Kuçe careke din bi rih dibin. Leyla Guven û girtîgeh rêya têkoşînê nîşanî me didin. Em ê jî têbikoşin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar