Li bajarê Kerkûkê bi beşdariya hunermendên pêkhateyên bajêr li salona xwendekaran 2’yemîn Mîhrîcana Rewşenbirî û Hunerî hat lidarxistin
Li bajarê Kerkûkê yê başûrê Kurdistanê bi beşdariya hunermendên pêkhateyên bajêr li salona xwendekaran 2’yemîn Mîhrîcana Rewşenbirî û Hunerî hat lidarxistin.
Mîhrîcan bi vekirina pêşangeheke wêneyan dest pê kir ku ji aliyê xwendekarên Peymangeha Hunerên Xweşik a Bexdayê ve hatibûn kêşandin.
Di dewama mîhrîcanê de ji aliyê helbestvan Hesam Sebauy ve çend helbest, stran hatin gotin. Li aliyê din jî ji aliyê Koma Muzikê ya Mezopotamya, Koma Meqamê Iraqî û Peymangaha Hunerên Xweşik a Kerkûkê ve çend helbest û stran hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya mîhrîcanê de ji ber karê hunerî yê li bajarê Kerkûkê xelat ji bo hunermendên bajêr Dr. Edbulkerîm Xelîfe, Omer Mufeq, Hewar Faris, Sebah Bazirgan, Îwhana Mirza, Necat Şikur, Mihemed Qasimû Ramiye hate dayîn. KERKÛK