Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji ber dûkela sobeyê 2 jê zarok 3 karker mirin

Li Stenbolê, 2 jê zarok 3 karkerên di atolyeya tekstîlê de radizan ji ber dûkela sobeyê jiyana xwe ji dest dan. Zarokekî ji dûkelê jehrî bû jî rakirin nexweşxanê. Piştî bûyerê xwediyê kargehê hat binçavkirin

Li atolyeyeke tekstîlê ya Kolana  Gursoy a taxa Terazîdere ya Bayrampaşa ya Stenbolê 2 jê zarok 3 karkerên bi şev di atolyeyê de razan ji ber dûkela sobeyê jiyana xwe ji dest dan.

Karkerên di atolyeyê de dixebitin, gava dîtin xwe nagihînên hevalên xwe yên di atolyeyê de bi şev razayîn, çûn atolyê. Karkerên ketin hundirê atolyeyê dîtin ku hevalên wan Hakan G., Cûma Ç., û Yakûp Y., bê tevgerin û rewşa Umît G. ne baş e.  Karkeran li ser vê li polîs û Servîsa Lezgîn a 112’an geriyan. Karkeran hevalê xwe Umît G. derxistin der ji bo nefese bigire. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, di kontrola wan de diyar bû ku Hakan G., Cûma Ç. û Yakûp Y., jiyana xwe ji dest dane.

Ekîbên tenduristiyê Umît G., ê jehrîbûyî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Bagcilarê. Hat diyar kirin ku rewşa Umît G. Krîtîk e.  Polîsên ku li cihê bûyer lêpirsin kirin, dan zanîn ku 3 karker ji ber dûkêla sobeyê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyê 3 karkeran rakirin Morga Tipa Edlî ya Yenîbosna ya Stenbolê.

Ekîbên şaredarî û polîsan tespît kirin ku rûxseta kargehê tune ye û hemû karker jî bê sîgorta hatine  xebitandin.

Polîsan piştî lêkolîn û lêpirsînê, xwediyê kargehê Huseyîn E. yê 24 salî binçav kirin. Polîsan Huseyîn E. piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Bayrampaşa. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar