Jina êzidî Îlham Dexil Elî ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, diyar kir ku rastî gelek îşkenceyan hatiye. Îlhan got ku çeteyan zimanê kurdî wek zimanê kafiran pênase dikir û axaftina zimanê kurdî lê qedexe kirine û her wiha çeteyan di navbera xwe de jî bi zimanê tirkî diaxivîn
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hevkariya hêzên herêmî û navnetewî êrîşê Şengalê kirin. Di encama êrîşa çeteyan de bi hezaran êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarokên êzidî hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Lê piştî têkoşîna şervanên HSD’ê hêza çeteyên hov hat şikestin û bi hezaran jinên êzidî ji aliyê şervanên HSD’ê ve ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. Yek ji van jina êzidî ku ji destê çeteyan hat rizgarkirin Îlham Dexîl Elî (18) ye.
Jina êzidî di Pengava Bagera Cizîrê de hat rizgarkirin û şervanan ew radestî Mala Êzidî ya li Hesekê kirin.
Serpêhatiya biêş
Dema çeteyên DAIŞ’ê Îlham û malbata wê direvînin, wan dibin bajarê Mûsilê. Ew hefteyekê li Mûsilê dimînin û piştre çete wê ji malbatê vediqetînin û dibin Reqqayê. Piştî hefteyekê çete Îlham difiroşin. Îlham cara yekem ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Osman El Cizrawî ve tê kirîn. Piştre ew çete wê difiroşe çeteyê bi navê Ebû El Qada El Cizrawî.
Îlham diyar kir ku Ebû El Qada bi jineke ciwan a bi navê Fatma re zewicî bûye lê çete Fatma difiroşe çeteyekî din û got ku çete Ebû El Qada navê wê dike Meryem û bi darê zorê wê dike misilman. Îlham heya 3 salan bi Ebû El Qaqa re zewicî dimîne û bi gelek îşkenceyan re rû bi rû dimîne.
Rastî îşkenceyan tê
Îlham îşkenceyên ku çete Ebû El Qada lê kirine, wiha got: “Carekê min mal dimalaşt. Ebû El Qaqa gazî min kir lê min dengê wî nebihîstibû. Hema hat û di destê wî de şivek hebû. Her çend min jê re sond xwar ku min dengê wî nebihîstiye jî li min xist, heta ku şiv di pişta min de şikiya. Ez çend rojan di nav nivînan de mam.”
Piştî ku pêngava rizgarkirina Reqqayê dest pê dike, çete Îlhamê dibin bajarê Meyadînê û Îlham salek û nîv li wir dimîne û çete Ebû El Qada di êrîşeke HSD’ê de tê kuştin. Piştî kuştina Ebû El Qaqa Îlham li gel hevjîna wî ya din dimîne. Lê vê carê jî birayê Ebû El Qaqa, Basil ku ew jî çete bû, gelek caran destdirêjî li Îlham dike. Çete Basil ku plana derketina ji bajêr dike, vê carê Îlham difiroşe çeteyekî bi navê Ebû Nede El Şamî.
Çete di navbera xwe de bi tirkî diaxivin
Îlham got ku çeteyan axaftina zimanê kurdî ku wek zimanê kafiran pênase kirine, jê re qedexe kirine û wiha domand: “Çete bi hev re bi zimanê tirkî diaxivîn. Sînorên Tirkiyeyê ji wan re vekirî bûn û çete hemû bi rêya sînorên Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibûn.”
Her wiha her ku çeteyan herêm winda dikirin ber bi Dêrazorê ve direviyan û çete Îlham jî bi xwe re dibin. Piştî destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê hêzên HSD’ê Îlham û bi sedan sivîl rizgar kirin û şervanan Îlham radestî Mala Êzidî ya Hesekê kir. Niha Mala Êzidiyan hewl dide wê bigihîne malbata wê.