Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Îşkenceya bi kelepçeyê

Girtiya bi navê Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin ji bo ku li nexweşxaneyê mûayeneya bi kelepçeyê qebûl nekir, îşkence lê hate kirin

Dayika Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, Sîmanperî Akyildiz ragihand ku keça wê ji bo êşa diranan birine nexweşxaneya diranan a Okmeydaniyê lê belê ji ber ku keça wê mûayeneya bi kelepçeyê qebûl nekiriye, îşkence lê hatiye kirin.

Simanperî Akyildiz diyar kir ku roja duşemê ya hefteya borî çûne hevdîtinê û wiha got: “Dema em çûn hevdîtinê min dît ku dest û milên keça min reş û şîn bûne. Me pirsî ka çima wisa bûne. Got ku ji hêla sê gardiyanan ve hatiye derbkirin.”

Dayika Akyildiz got ku keça wê ji revîra girtîgehê der barê derbkirinê de rapor jî girtiye û diyar kir ku parêzeran dîmenên îşkenceya li keça wê hatiye kirin girtine û dane dozgeriyê. Parêzerê Akyildiz Mehmet Erbil jî diyar kir ku dîmenên navborî ji girtîgehê girtine û dane dozgeriyê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar