Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Polîs tehemûl nakin ku gel Guven pêşwazî bike

Piştî ku biryara berdana Leyla Guven hat dayîn, parlamenterên HDP’ê û gelê Amedê xwestin ku Guven li ber deriyê girtîgehê pêşwazî bikin. Lê polîsên ku girtîgeh dorpêç kirin nehiştin ku parlamenter bikevin hundir û gel nêzî girtîgehê bibe

Danişîna 5’amîn a doza hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku tu kes tê de amade nebû, heyeta dadgehê biryara berdanê da. Li ser biryara dadgehê, polîsan derdora girtîgehê girt û nahêlin ku tu kes nêzî girtîgehê bibe.

Li gorî agahiyan, polîsan pêşî li kesên ku dixwazin biçin pêşiya Leyla Guven girtin û ji bilî keça Guven, Sabîha Temîzkan, nahêlin tu kes nêzî girtîgehê bibe. Têkildarî mijarê Temîzkan li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Ez li ber girtîgehê me. Tenê destûrê didin min û xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtinê hatine. Dor li girtîgehê hatiye girtin. Destûr nadin ku wekîlên HDP’ê jî dayika min pêşwazî bikin. Ez ê bi tenê dayika xwe pêşwazî bikim.”

Destûr nedan rojnamegeran jî

Ji bo pêşwazîkirina Leyla Guven, hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’yî jî hatin ber girtîgehê. Lê destûr nayê dayîn ku parlamenter bikevin hundir. Di heman demê de polîsan destûr nedan ku rojnameger jî ji nêz ve dîmenan bikişînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar