Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

‘Dê hemû baregehên tirk bibin aramanca me’

Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên herêma Kerkûkê piştiriya xwe ji bo xelkê Şêladizê anîn ziman. Ciwanan diyarkirin ku divê gelê Başûr jî xwe li hemberî êrîşan berpirsyar bibîne

Hêrsa gelê herêma Behdînan a li dijî êrîşên dewleta tirk veguherî serhildanê. Welatiyên bajaroka Şeladizê ku îro piştî nîvro berê xwe dan baregeha artêşa tirk a Sîrê, bi keviran ketin hundirê qereqolê. Welatiyan piştre jî çadir, tang û kelupelên li hundurê qeraqolê şewitandin. Leşkerên tirk reviyan û 2 leşker jî ji aliyê welatiyan ve hat girtin. Leşkerên dewleta tirk jî bi guleyan êrîşê xwepêşandêran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û 6 jî birîndar bûn.

Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên li herêma Kerkûkê bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî dan çalakiya gelê Şêladizê. Ciwanan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em piştgiriyê didin gelê xwe yê li Şêledizê. Pêwîste gelê başûrê Kurdistanê hemberî êrîşan rawestin û xwe berpirsyar bibîne. Her wiha divê hemû gelê Başûr piştgiriyê bide gelê Şêladizê. Ger Tirkiye dev ji êrîşan bernede, dê hemû baregehên wan yên ku ji aliyê desthilatdara Başûr ve ve tên parastin, bibin armanca me.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar