Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Tevgera Goran xwest Tirkiye ji Başûr derkeve

Tevgera Goran a li parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê xwest Tirkiye dawî li bombebarankirina xaka başûrê Kurdistanê bîne û hêzên xwe ji başûrê Kurdistanê derxe

Gelê Şêladizê li dijî êrîşên balafirên şer ên TSK’ê ku di 23’ê çileyê de gundê herêmê bombe kiribûn û 4 welatî kuştibûn bi ser qereqola leşkerên Tirkiyeyê de girt. Gelê Behdînan ku bi ser qereqolê de girt maşîneyên leşkerî û çadirên leşkeran şewitandin. Piştre balafirên şer ên TSK’ê dîsa çûn herêm bombe kirin.

Piştî serhildana gel a li dijî Qereqola Sîrê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu, bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Berzanî re hevdîtin kir. Neçîrvan Barzanî jî diyar kir ku dê lêpirsînê bidin destpêkirin.

Li aliyê din Tevgera Goran a li parlamentoya Herêma Federal Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Tevgera Goran di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê kir da ku dawî li êrîşên xwe yên li ser xaka başûrê Kurdistanê bîne û hêzên xwe ji Başûr derbixe. Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de got: “Erka Hikûmeta Iraqê ye bi hemahengiya bi Herêma Kurdistanê re sînorên başûrê Kurdistanê biğparêze. Pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bi bombebaran, kuştin û êrîşan nayê çareserkirin. Êrîş tenê hejmara qurbaniyan zêde dike. Li gorî me wê pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê tenê bi guftugoyên aştiyane were çareser kirin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar