Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Efûya tecawizkirina zarokan tune ye’

Jinên Amedê bertek nîşanî pêşnûmaya efûyê ku tecawizê rewa dike dan û diyar kirin ku efûkirina tecawiza zarokan tune ye û dê tu carî pêşnûmayên ku tecawizkaran diparêzin qebûl nekin

Di sala 2016’an de hikûmeta AKP’ê xwest bi derbaskirina ‘pêşnûmaya efûyê’  jin ango zarokên ku rastî tecawizê hatine, bi tecawizkarên xwe re bizewicin û bi vî awayî cezayê tecawizkar paşve bê xistin. Lê ev pêşnûma di encama çalakî û nerazîbûna jinan paşve hatibû kişandin.

Lê hikûmeta AKP’ê ev pêşnûma bi nêzikbûna hilbijartina herêmî dîsa anî rojevê û ev hişmendiya hikûmetê li Amedê ji aliyê endamên Platforma Jinan Dîcle Amed (DAKAP) ve hat şermezarkirin.

Endamên platformê ku xwestin li ber Plaza AZC ya semta Ofîsê ev pêşnûmayê şermezar bikin, rastî astengiya polîsan hatin. Lê jinan tevî hemû astengiyan jî li Kolana Hunerê daxuyaniyek çapemeniyê da. Tevî endamên platformê, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, Komeleya Jinan a Rosa û saziyên sivîl a civakî jî tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê berdevka demî ya KESK’ê ya Amedê Bahar Yildirim ve hat dayîn. Yildirim diyar kir ku pêşnûmaya şermê ya hikûmeta AKP’ê xwestiye di sala 2016’an de ji meclisê derbas bike, ji aliyê çalakiyên jinan ve paşve hatiye kişandin û destnîşan kir ku dê jin careke din li dijî ev pêşnûmaya şermê gotinên xwe bibêjin û wiha got: “Zewicandina zarokan a bi faîlan re, tê wateya domandina tecawiz û pakkirina bûyerên tecawizê ya bi destê dewletê û rewakirina tecawizê.”

Her wiha Yildirim da zanîn ku efûya tecawizkirina zarokan tune ye û dê tu carî pêşnûmayên ku tecawizkaran biparêzin qebûl nekin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar