Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

HDP li avahiya KCD’ê dest bi nobetê dike

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, HDP li avahiya KCD’ê dest bi nobetê dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam e. Çalakiya greva birçîbûnê ya Guven ku di 8’ê mijdarê de dest pê kir, di roja 84’emîn de didome.

Di heman demê de çalakiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê di roja 71’emîn de didome. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 45 roj li pey xwe hişt. Koma destpêkê ya ku ji girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di 16’ê kanûnê de hatibû destpêkirin, di roja 46’emîn de didome. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi giştî niha 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Her roj nobet

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bernameyek derxist. Li gorî bernameyê her roj dê 2 parlamenterên HDP’ê ji bo nobeta çalakiyê dê li avahiya KCD’ê ji bo Leyla Guven ziyaretan qebûl bikin. Nobet dê li avahiya KCD’ê ya Amedê pêk bê. Nobeta çalakiyê dê sibê bi tevlêbûna 6 parlamenteran dest pê bike. Di nobetê de dê çîrokên çalakgerên li zindanan bên vegotin û xwendin. Leyla Guven dê bi dîmen beşdarî nobetê bibe û peyaman bide. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar