Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Yê ku ji axa Başûr bê derxistin dewleta tirk e’

Pêşmergeyên dêrîn ku piştgirî dan raperîna Şêladizê, helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî raperînê rexne kirin û gotin divê yê ku ji ser axa Başûr derkeve ne PKK dewleta tirk e

Pêşmergeyên dêrîn ên li bajarê Silêmaniyê derbarê raperîna xelkê Şêladizê û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî raperînê de axivîn û diyar kirin ku divê yê ku ji axa Başûr derkeve ne PKK dewleta tirk e.

Pêşmergeya dêrîn a bi navê Nermîn Hisên raperîna xelkê Şêladizê weke raperînek pîroz bi nav kir û wiha got: “Nerazîbûnên li Şêladizê encama hêrsa li hemberî dewleta tirk û dagirkeriyê ye. Ji ber ku destdirêjî li ser xaka me dikin. Pêwîst e em piştgiriya xelkê Şêladizê bikin, ne tenê Şêladiz divê li Herêma Kurdistanê giştî raperîn li hemberî wan bê kirin.”

Hisên bal kişand ser daxuyaniyên hikûmetê yên ku PKK’ê weke sedem êrîşan nîşan didin û wiha domand: “Hebûna PKK’ê li hemû navçeyên Kurdistanê rewa ye. Wek ku mala min an li Efrînê ya jî li Silêmaniyê be, tu ferqek wê nebe ji bo wan jî heman tişt e. Yê ku pêwîst e derbikeve ne PKK dewleta tirk e. Piştgirîdayîna ji bo dewleta tirk cihê şermezariyê ye.”

Her wiha Hîwa Hisên jî li ser heman mijarê ev tişt anî ziman: “Raperîna xelkê Şêladizê di cih de ye, ji ber ku ev demeke balafirên şer ên dewleta tirk bi awayekî ne rewa êrîşî axa Başûr dikin. Di encama êrîşê de xelkê sivîl dibin qurbanî. Ji bo vê ez weke pêşmergeyê dêrîn piştgiriya raperîna Şêladizê dikim.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar