Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Tîtanê dibe ku jiyan hebe

Tevî ku çavê mirovan gelekî diçe ser Marsê jî ku muhtemel e av lê hebe, heyva Saturnê jî wiha diyar e ku di warê molekulên organîk de gelekî dewlemend e. Li gorî lêkolînên nû, atmosfera neasayî stûr a Tîtanê di encama bihevkeliyan û reaksiyonên kîmyewî ya molekulên kîmyewî ya li ser Tîtanê pêk hatiye

Di Sîstema Rojê de, ji bilî dinyayê gelo jiyan li devereke din pêkan e? Ev pirseke wisa ye ku gelek mirov serê xwe pê diêşînin. Di vê lêgerînê de ji bilî gersterk û heyvên wan ên av li wan heyî, tişta girîng atmosferek û molekulên organîk in.

Tevî ku çavê mirovan gelekî diçe ser Marsê jî ku muhtemel e av lê hebe, heyva Saturnê jî wiha diyar e ku di warê molekulên organîk de gelekî dewlemend e. Lewma li gorî lêkolînên nû, atmosfera neasayî stûr a Tîtanê di encama bihevkeliyan û reaksiyonên kîmyewî ya molekulên kîmyewî ya li ser Tîtanê pêk hatiye.

Li gorî lêkolînê di encama germbûna ji ber jihevdeketina elementên radyoaktîf ên li navenda wê de molekulên organîk germ dibin, reaksoyonên didin der jî atmosfera neasayî stûr a Tîtanê çêdikin.

Sedema vê zena zanyaran jî ew e ku li kometa 67P ya li dora Saturnê ku li gorî lêkolîneran heyvên Saturnê pêk anîne, xwedî atmosfereke têr nîtrojen e. Li navenda wê potasyûma radyoaktîf heye ku ji hev dikeve û dibe argon (di atmosferê de argon jî heye), û ji sedî 25´ê temamê wê jî ji madeyên organîk hatiye pê. Bi ser de jî nîvê wê tenê qeşa ye, nîvê mayî kevir û zinar in.

Ev jî hêviyê dide zanyaran ku Tîtan jî wisa be û îhtîmala jiyanê li ser Tîtanê, bi heman rengî xurttir dibe. Atmosfera stûr, okyanûsên hîdrolîk, sîstemeke golên hîdrokarbon ên ji golan, çeman û baranê, mekanekî xurt ê molekulên organîk û molekulên din ên ji jiyanê re dibin, lêgerînên zanyaran li ser Tîtanê ji bo jiyanê zêdetir dikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar