Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Ji ber grîbê li Fransayê zêdetirî hezar kes mirin

Şewba grîbê bandoreke giran li gelek welatên Ewropayê kiriye. Tenê li Fransayê ji ber şewbê zêdeyî hezar kes di nav 3 hefteyan de mirin

Li gorî agahiyên di bultena heftane ya Ajansa Tenduristiya Cemaweriyê ya Fransayê (SpFrance) de hate weşandin, ji ber şewba grîbê ku hîn jî dewam dike, di navbera 1-21’ê çileyê de herî kêm hezar û 100 kes mirin. Li gorî bultenê, dûre di nav 2 hefteyan de bi dehan hezar kes ji ber şewbê rakirin servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan.

Di bultenê de hate ragihandin, şewba grîbê ya bi vîrûsên A (H1N1) û A (H3N2), bi giranî bandorê li mirovên ji 75 salî mezintir û zarokên 5 salî biçûktir dike.

Xaleke girîng a ku di bultena ajansê de işaret pê tê kirin ew e; rêjeya derziya li dijî şewbê ya îsal tê bikaranîn, ji bo pêşîgirtina li vîrûsa A (H1N1) tenê ji sedî 59 ye.

Bandora derziya li dijî şewba grîbê li ser vîrûsa A (H3N2) jî tenê ji sedî 19 ye.

Li Almanyayê jî ku mezintirîn welatê Ewropayê ye, tê gotin ji ber şewba grîba bi cureya Înflûenzayê di nav hefteyên dawî de bi dehan kes mirine. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar