Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bi dehan hunermendan strana ‘Leyla’ gotin

Ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye, bi dehan hunermendan stranek bi navê “Leyla” amade kirin û gotin.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrg Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 92 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştgiriya ji bo Leyla Guven li qada navneteweyî zêde dibe. Vê carê jî bi bi dehan hunermendan bi stranekê piştgirî dan Leyla Guven. Gelek hunermend li hev kom bûn û strana “Leyla” gotin.

Gotinên stranê ji aliyê Fûat Kav ve hatin nivîsandin ku Kav şahidê rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1984’an a li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê pêk hat.

Hunermendên ku strana “Leyla” gotin ev in: Denîz Deman, Nîlgun Başozdeş, Elenore Foûrnîaû, Leman Stehn, Baran Bozyel, Nûray Balik, Rûken Yilmaz, Binevş Roj, Bêrîvan Barcadûrmûş, Gulistan Moûsa, Perwîn Alî, Sevdar Moûsa, Xelîl Xemgîn, Ozan Seyîdxan, Ozan Comert, Ozan Emekçî, Ozan Serdar, Ferhat Tunç, Ozan Dilovan, Hesen Şerîf, Necmeddîn Xulamî, Rotînda Yetkîner, Baran Tezkorkmaz, Cûma Soner û Diyar Dersim.

Leyla Guven jî stran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û ji bo stranê ev peyama spasiyê weşand: “Ji ber vê strana bêhempa ku gelek hunermendan ji bo min gotiye, yek bi yek spasiya we dikim. Bi hêviya ku di dema aştiyê de li ber stranên kêfxweşiyê em govendê bigerînin… Hûn her hebin.”

https://youtu.be/aqRTi_PP1Hg

Stran bi kurdî û tirkî hate gotin. Gotinên stranê:

Dimeşe dimeşe jinek dimeşe

Di dest de meşaleyek li pêşiya mîlyonan

Ber bi azadiyê ve dimeşe

Ez hebûm, ez ê her hebim, van zincîran bişikînim

Ez im, jina serbilind dimeşim

Leyla dilê milyonayî tu Leyla

Leyla kulîlka çiyayî tu Leyla

Leyla pêriya aştiyêyî tu Leyla

Jinek gav bi gav dihele jar dibe

Ji xweliya xwe jîn dibe mîna teyrê sîmûr

Tariya diçirîne jinek, hembêz kiriye roja me, milyonan daye pey wê

Ber bi azadiyê ve dimeşe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar