Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Demîr Çelîk: Cezayê li min birîne ji bo min rûmet e

Parlementerê HDP’ê yê berê Demîr Çelîk biryara dewleta tirk a xistina wî ya ‘lîsteya terorê’ nirxand. Çelîk got dibe ku dijminên wan bi vê biryarê kêfxweş bibin lê ev biryar ji bo wan cihê rûmetê ye

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê navê parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mûşê yê berê Demîr Çelîk xist lîsteya ‘terorê’ û ji bo girtina wî jî milyonek lîre pere danî. Têkildarî vê biryara sosret a dewlet tirk, Demîr Çelîk axivî û da zanîn ku biryara di der barê wî de li ser çapemeniyê hîn bûye.

Çelîk anî ziman ku derfet nedîtiye bi rêya parêzerên xwe hîn bibe û wiha dom kir: “Ev biryar nayê qebûlkirin. Ez ji ber têkoşîna doza xwe ya rewa û demokratîk serbilind im. Ev berdêla têkoşînê ye. Dibe ku ev biryar ji bo wan cezakirin be. Ev cezayê ku ji bo me pere hatiye diyarkirin dibe ku ji bo dijmin cihê kêfxweşiyê be lê ji bo me ev ceza cihê rûmetê ye. Ji ber têkoşîna me rewa û demokratîk e. Ev têkoşîn ji bo çareseriyeke demokratîk a mayînde tê meşandin.”

Sedema biryarê

Demîr Çelîk herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Li ku derê û kengî dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yek ji sedemên vî cezayî, dûrxistina ji xebatên siyasî ye. Lê dê nekarin me bi sînor bikin. Li hemberî têkoşîna me tu sînor nînin. Tirkiye ji xebatên me yên hundir û derveyî welat aciz e lewma jî biryareke wiha girtin. Ya din jî perwerdehiyên li ser xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a ku roj bi roj di nav civakê de belav dibe ye. Rewabûneke vê biryarê nîne û dê nekare pêşî li têkoşîna me bigire.” BERN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar