Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG’ê li Çelê û Sîdekanê li leşkerên tirk xist

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê û Sîdekanê li artêşa tirk xistin. Di çalakiyan de 3 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Di 11’ê sibatê de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekanê ku xaka başûrê Kurdistanê ye çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin û bi qasî ku hat tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC’yê  ya dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin û bombe li derdorê barandin. Di çalakiyê û bomberdûmana piştî çalakiyê de ziyan negihîşt hêzên me.”

HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Êvara 11’ê sibatê, li Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê liv û tevgereke zêde ya helîkopteran hebû. Saet di 20:50’yî de di dema liv û tevgera helîkopteran de hêzên me li pîsteke helîkopterê û çeperên dijmin ên li Girê Xeregolê xistin. Di encama derbên giran de liv û tevgera helîkopteran a li herêmê sekinî. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran gule li derdorê reşandin. Ziyanek li hêzên me nebû.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar