Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Soylû wekîlên gel nas nake

Suleyman Soylû vîna bi milyonan ku temsîla wê HDP dike tune hesiband û got ku ew parlamenteriya parlamenterên HDP’ê qebûl nakin

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ku ji ber meşên ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dar dixin, bi polîsan êrîşê parlamenterên HDP’ê dike, daxuyaniyeke sosret da. Soylû li Enqereyê di bernameyeke partiya xwe de careke din gef li parlamenterên HDP’ê xwar û diyar kir ku ew parlamenteriya parlamenterên HDP’ê qebûl nakin.

Soylû bi van gotinan “Çi ye parlamenterên HDP’ê ji bo Apo dimeşin. Çi bû? Me got ‘Em wan bimeşînin em ne zilam in’ Me wan li betonê da rûniştandin? Em we wek parlamenterên vî gelî qebûl nakin” vîna bi milyonan a ku temsîla wê parlamenterên HDP’ê dike tune hesiband.

HDP’ê di hilbijartina 24’ê hezîranê ya 2018’an de ji 50 milyon û 137 hezar û 175 dengî 5 milyon û 867 hezar û 302 deng (%11,7 – 67 paralamenter) girtibû û bûbû partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ku ketibûn paralamentoyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar