Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Komên Xwendin û Helbestê behsa çîrokan kirin

Komên Xwendin û Helbestê yên Amedê di çarçoveya Roja Çîrokan a Cîhanê de bernameyek li dar xistin û li ser çîrokan gotûbêj hat kirin. Her wiha di bernameyê de Sêva Mêxikrêj jî hat çêkirin

Koma Xwendin û Helbestê yên Amedê, bi boneya 14’ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê bernameyek li dar xistin. Bername li Weşanxaneya J&J pêk hat û nivîskar-çîrokbêj Dîlawer Zeraq û çîrokbêj Belkisa Bîtkîn wek axaftvan beşdarî bernameyê bûn. Her wiha zimanzan Samî Tan, nivîskar û çîrokbêj Şêxo Filîk û endamên koman jî beşdar bûn.

Nivîskar Dîlawer Zeraq behsa serpêhatiya çîrokê û awayên çîrokên kurdî kir û got ku çîrok tiştên nayên dîtin û kesên xema xwe pê nakin mijara çîrokan e. Zeraq da zanîn ku çîrok di çanda kurdan de xwedî cihekî girîng e û li ser pirsên beşdarvanan rawestiya û bersiv da.

Çîrokbêj Belkisa Bîtkîn jî anî ziman ku wê ji zarokên xwe dest bi çîrokbêjiyê kiriye û got: “Ez dayikek bûm û min her tim ji zarokên xwe re çîrok digotin. Vê vegotinê kir ku dest pê bikim. Her netewe bi zimanê xwe dijî û mijara çîrokê jî ji bo ziman û çanda me girîng e.”

Di heman demê de kesên beşdarî bernameyê bûn Sêva Mêxikrêj jî çêkirin. Sêvên sor û zer bi mêxikan (qurnefîlan) hatin xemilandin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar