Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Grevên birçîbûnê bi biryardarî berdewam in

Berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin bi biryardarî didomin. Her wiha çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 102’yemîn

Çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatine destpêkirin berdewam in. Di vê çarçoveyê de greva birçîbûnê ya Guven 102 roj li pey xwe hiştin.

Di heman demê de çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku bi heman boneyê li Hewlêrê li nûnertiya HDP’ê daye destpêkirin kete roja 89’emîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi tevlêbûna 14 çalakvanan li Strasboûrga Fransayê hatiye destpêkirin kete roja 63’yan, a Îmam Şîş  ê li Gallerê di roja 63’yemîn de û greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevlêbûna zêdetirî 301 girtiyan hatiye destpêkirin jî 64 roj li pey xwe hiştin.

Di heman demê de li Mexmûr, Hewlêr, Şengal û gelek deverên din jî ji bo piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger tên lidarxistin. Hejayî bibîrxistinê ye ku rewşa çalakvanan her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar