Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Xezeba Zeytûnê: 8 çete û îstixbaratên tirk hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, teqîna erebeya bombebarkirî ya duh li ser Pira Xendûra ya herêma Cerablusê pêk hat, girt ser xwe û diyar kir ku 8 çete di çalakiyê de hatine kuştin

Duh li bajarokê Xendûra yê gundewarên rojavayê Cerablusê ku ji aliyê leşker û çeteyên dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 çete û 4 jî endamên îstixbarata tirk hatin kuştin.

Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê teqîna erebeya bombebarkirî girt ser xwe û wiha got: “Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li bakurê Sûriyeyê de ye. Ev çalakî hesabpirsîna çeteyên ku tev li dagirkirina Efrînê bûn, şêniyên wê dan koçberkirin û kiryarên terorîst li ser gel pêk anîne.”

Odeyê diyar kir ku 4 çete di teqîna bi navê ‘Emniyê Izaz’ de hatine kuştin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Elewî Neyîf, Emîr Dîbo, Mihemed El Şêx Neyîf ji bajarê Til Rifet in. Yên din jî kesê bi navê Rebî El Rebî ji bajarê Kefrê ye û 4 çete jî ji îstixbaratên tirk in.

Odeyê destnîşan kir ku çalakiya wan di dema çalakiya Efrînê de pêk hat û tê de bi dehan çeteyên dewleta tirk hatin kuştin û di daxuyaniyê de teqez kir ku dê çalakiyên xwe li dijî kesên ku destê wan ketiye xwîna şêniyên Efrînê pêk bînin û tola wan hilînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar