Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Girtiyên jin ên siyasî hatin derbkirin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dema ku ji bo danişîna dozê birin Girtîgea Sîlîvriyê rastî êrîşa gardiyanan hatin. Hat zanîn gardiyanan ji ber ku girtiyan lêgerîna tazî qebûl nekirine, girtî bi kulm û pêhnan derb kirine

Zext û zordariya li ser girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Bi taybet jî li ser girtiyên siyasî zextekî giran heye. Bi destpêkirina çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, asta binpêkirinên li girtîgehan jî zêdetir bûn.

Li gorî agahiyan, girtiya siyasî Zozan Kutum a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku dê di 18-22’yê nîsana îsal de li Girtîgeha Tîpa L ya Sîlîvriyê rûniştina doza wê pêk bihata, ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin.

Bi kulm û pêhnan êrîş kirin

Kutum ku zarokeka ji malbeteke penaber a li Swêdê ye, ji ber ku di ketina Girtîgeha Sîlîvriyê de lêgerîna tazî qebûl nekir, rastî lêdana gardiyanan a bi kulm û pêhnan hat. Li gorî agahiyan, hevrêyên Kutum ên ji heman dosyayê tên girtin jî bi heman boneyê hatine derbkirin.

Çeng û lingên wê reş bûne

Zozan Kutum ku ji 20’ê kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, ji ber derbkirinê li ser çeng û lingên wê deqên reş çêbûne. Kutum û hevrêyên wê yên rapora derbê girtine, gilî li rêveberiya Girtîgeha Sîlîvrî û gardiyanên ku ew derbkirine kirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar