Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Platforma Jinan a Enqereyê banga tevlêbûna çalakiya 8’ê Adarê kir

Platforma Jinan a Enqereyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku ji bo maf û jiyana xwe di 8’ê Adarê de biherikin qadan

Platforma Jinan a Enqereyê têkildarî çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Yekitiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê pêk anî. Di salona civînê de pankarta ‘Em bi piştevaniyê li dijî krîz, şer, tundî û newekheviyê bihêzin û jînê birêxistin dikin’ hatibû daliqandin.

Li ser navê platformê Yurdagul Çabat daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Çabat anî ziman ku 8’ê Adar roja jinên têkoşer ên ku di gotin; ‘cîhaneke din pêkan e’ û wiha domand: “Îro em dîsan bi awayên cuda yên newekhevî, tundî û kedxwariyê dijîn. Ji ber krîza aborî û zextên heyî, tundî û kedxwariya li ser beden û keda me berdewam dike. Bi destê desthilatdariya AKP’ê tundî û zextên li ser jinan hatin zêdekirin. Em dibêjin ku jin dê vê rewşê biguherînin.”

Berxwedana jinan

Di berdewamê de jî Çabat anî ziman ku dê di jiyana civakî de, li qadên jînê, li mal, kolan, dibistan û cihê kar, berxwedana xwe ya li dijî pergala kapîtalîzmê ya desthilatdariya zilam bidomînin. Çabat got ku dê ji bo jiyan, wekhevî, azadî, laîktî û aştiyê, bi îsyan û piştevaniyê, hemû bi hevre xwe rêxistin bikin û wiha pê de çû: “Çawa ku bi berxwedanê me hemû maf û azadiyên xwe bi dest xistin, em ê dîsa bi dest bixin. Îro ji bo ku bi ser krîza aborî bê girtin, hewl didin polîtîkayên xwe yên şer, zext û tundiyê zêdetir bikin. Ji bo jin û zarokan jî şer tê wateya, birçîbûn, feqîrtî, tacîz, tecawîz û mirinê. Ji ber vê emê tu carî dest ji daxwaza aştiyê berdin û em ê tim li dijî şer dengê xwe bilid bikin.”

Ji bo maf û jiyana xwe dicivin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em weke jinên enqereyî dê di 8’ê adarê roja înê saet 12.30’an de li Cadeya Sakaryayê kom bibin. Li dijî êrîşên li ser me û mafên me, ji bo maf û jiyana xwe em bang li hemû jinên enqereyî dikin ku biherikin qadê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar