Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

‘Di Navberê De’ li Amedê hat pêşandan

Filmê “Di Navberê De” li Salona Sînemayê ya Bezgîn Bekîr Cafeyê, hat pêşandan. Piştî pêşandanê, sînemahezên ku film temaşe kirin, têkildarî mijar û sahneyên filmê gelek pirs ji derhêner û lîstikvanên filmê kirin

Filmê “Di Navberê De” ku di 55’emîn Pêşbirka Neteweyî sala 2018’an de xelata taybet a juriyê wergirtibû, cara yekemîn li Amedê hat pêşandan.

Film bi beşdarbûna derhêner û lîstikvanê film û sînemahezan li Salona Sînemayê ya Bezgîn Bekîr Cafeyê, hat pêşandan. Piştî pêşandana film, derhênerê film Alî Kemal Çinar û listîkvanên film derketin pêşberî temaşevanan û pirsên têkildarî film bersivandin.

Temaşevanan mijara ku di film de cih digirt nirxandin û têkîldarî gelek sahneyên film ji derhêner û lîstikvanan pirs pirsîn. Balkêş bû li gel ku film li ser pirsgirêka zimanê kurdî bû jî hemû beşdarvanan pirsên xwe bi tirkî ji derhêner û lîstikvanan kirin û derhêner û lîstikvanan jî hemû pirsên temaşevanan bi tirkî bersivandin.

Di filmê de çîroka Osmanê ku nikare bi kurdî biaxive û jê fêm dike û bi tirkî diaxive û ji fêm nake tê vegotin. Derhêner Alî Kemal Çinar bi vê çîrokê bal dikişîne ser astengî û pirsgirêka zimanê kurdî ya perwerdeyê û nîşan dide ku ji ber pirsgirêka zimanê xwe kurd her tim di jiyana xwe de zehmetiyan dikişînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar