Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwest ‘Sirûda Îstîklalê’ binivîsîne!

Li Amedê xwendekar A.K. bi boneya sirûda “Çerxa Şoreşê” da guhdarkirin. K.K. xwest sirûd neyê guhdarkirin. Bi îdaya A.K., K.K, derb kiriye 6 meh û 20 roj cezayê hepsê lê hat birîn û 5 salan hat taloqkirin. Dadger ji A.K. xwest “Sirûda Îstîklalê” û helbesta “Şehîdên Çanakkaleyê” bi destê xwe binivîsîne û bigihîne destê wan

Li Wargeha Xwendekarên Keç a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwendekar A.K. di 21’ê çileya 2017’an de di telefona xwe de sirûda “Çerxa Şoreşê” vekir. Xwendekar K.K., A.K. hişyar kir û xwest sirûdê bigire. A.K. bi îdaya K.K. derb kiriye doz lê hat vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin. A.K. a bi îdaya “Birîndarkirina hêsan” ku tê darizandin parastina xwe kir. A.K. got bi boneya xwe bi parêze kulmek li K.K. xistiye û xwest ji dozê bê beratkirin.

Ceza da û taloq kir

Dadger ji sûcê “birîndarkirina hêsan” 8 meh cezayê hepsê li A.K. birî. Dadger demildest ceza daxist 6 meh û 20 rojan û biryara ku pişt re hikum bê aşkerakirin. Dadger di çarçoveya xala 231/8 a CMK’ê de jî 5 sal biryara tedbîrê danî ser cezakirinê. Divê heta 5 salan heman ceza neyê kirin û di kêliya bê kirin de dê ceza bê erêkirin.

Dadger xwest ‘Sirûda Îstîklalê’ û ‘Şehîdên Çanakkaleyê’ binivîse

Piştî vê biryarê dadger biryareke sosret a nijadperestî da. Dadger di hêceta biryarê de xwest di meha ewil a dema kontrolê de bi nivîsa destan û bi awayek bê xwendin “Sirûda Îstîklalê” ya Mehmet Akîf Ersoy û helbesta “Şehîdên Çanakkaleyê” binivîsîne û bigîhîne dadgehê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar