Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Kêliyên dawî yên DAIŞ’ê

Kêliyên ku çeteyên DAIŞ’ê li kampa xwe ya li Baxozê teslîm dibin, hatin kişandin. Di dîmenan de xuya dibe ku çeteyên DAIŞ’ê di bin alên YPG û YPJ’ê de kom bi kom teslîm dibin û li kamyonan tên siwarkirin

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li dijî DAIŞ’ê yên li gundê Baxoz ê bajaroka Hecîn ê Dêrazorê berdewam e. Hejmara çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên di demên dawî de teslîmî HSD’ê bûn, 7 hezar derbas kir. Li Dêrazora ku DAIŞ’iyên ji hemû welatan derketin holê, xîlafeta selefiyan saetên xwe yên dawî dijî. Li Dêrazora ku kêliyên dîrokî tên jiyîn, DAIŞ li qadekî pir biçûk de tengijî ye.

Qada ku sivîl bi komî jê tên derxistin li ser Çemê Firatê cih digire û DAIŞ vê derê weke kampê bikartîne. Li qada ku ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatiye dorpêçkirin, hîn jî liv û tevgera sivîlan lê heye. Kêliyên ku çeteyên DAIŞ’ê teslîm dibin û li kamyonan tên siwarkirin, ketin ber objektîfa Ajansa Mezopotamyayê (MA). Kampa ku ji hêla şervanên HSD’ê ve hatiye dorpêçkirin, DAIŞ’î û malbatên wan pir baş xuya dikin.

Bi  kamyonan tên veguhestin

Di heman demê de sivîlên ku weke mertalan zindî tên bikaranîn jî dikevin ber kamerayan. Her wiha DAIŞ’iyên teslîm bûyîn û li wesayîtan tên sîwar kirin jî xuya dikin.  Li cihê Ebû Kemal ê di destê rejîma Sûriyeyê de jî, bi sedan wesayîtên kom bûyîn xuya dikin. Operasyonên hêzên HSD’ê yên kozikên DAIŞ’ê berdewam dikin.

Di bin alên YPG û YPJ’ê de teslîm dibin

Dêrazor a xwedî erdnîgariyeke deşte, gireke nêzî gundê Baxozê heye. Li ser gir alên YPG û YPJ’ê li ba dibin. DAIŞ’î dibin van alan de teslîmî hêzên YPJ û YPG’ê dibin.  Kêliyên dîrokî yên bi wêne û dîmenan tên kişandin, DAIŞ’iyên teslîm dibin, li kamyonan tên siwarkirin û ji bo cihên cuda tên şandin. Hemû jin, zarok û zilam di 2 noqteyên lêgerînê de derbas dibin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar