Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Bi sedan çete teslîmî şervanên HSD’ê bûn

Bi sedan çeteyên DAIŞ’ê yên ku li ber derbên şervanên HSD’ê nikarin xwe bigirin, teslîmî şervanan bûn. Her wiha şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê El Buseyerayê du şervanên HSD’ê hedef girtin û şervanek şehîd bû

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan dest bi rizgarkirina gundê Baxozê kiriye. Di çarçoveya şer û pevçûnan de şervanên HSD’ê ji duh heta niha derbên giran li çeteyan dan û bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha şervan li gelek aliyan ve pêşde çûn. Bi pêşketina şervanan re gelek çete neçar man ku teslîm bibin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Baxozê, piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina Baxozê bi sedan çete û jinên DAIŞ’î ji şevê din ve teslîmî şervanên HSD’ê bûn.

Şervanên vedigeriyan malê bûn hedefa çeteyan

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê yên ku xîlafeta wan li ser rûyê erdê bi dawî dibe, bi rêya şaneyên xwe yên veşarî hewl didin bikevin nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de du çeteyên DAIŞ’ê îro du şervanên HSD’ê yên li gundê Berîha yê navçeya El Busyera yê rojhilatê Dêrazorê hedef girtin.

Hêzên antîterorê li herêmê lêkolîn da destpêkirin

Di encama êrîşa çeteyan de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû. Şervanê birîndar niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Hat zanîn ku şervanên HSD’ê ji Alaya 6’an bûn û dema ji erka xwe ya leşkerî vedigeriyan, bûn hedefa şaneyên veşartî yên çeteyan. Çeteyên ku şervan hedef girtin ji herêmê reviyan. Hêzên Têkoşîna Li Dijî Terorê jî li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar