Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Berxwedana Leyla Guven di roja 126’emîn de ye

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 126’emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 88’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 113’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 87’emîn de berdewam dike

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 126’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 113 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 87 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 88 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 13’an de berdewam dike.

Di 3’ê adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbînûnê bêdem û bêdorveger. Di 8’ê adarê de parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 HDP’iyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 HDP’iyên din bûn. Di şeva 8’ê adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di girevê de girtin û binçav kirin. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalaiya xwe di bin çavan de berdewam kirin û 4 ji wan hatin girtin 3 hatin berdan.

Berxwedana Akin û Ektîren

Sedat Akin jî li Girtîgehae Tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 57’emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi gigrevê kir û di 8’e adarê de hat berdan di roja 58’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar