Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Di lehiyên Mozambîk û Malaviyê de herî kêm 100 kes mirin

 Li Mozambîk û Malaviyê ji ber lehiyê herî kêm 100 kes mirin. Hat zanîn ku di lehiyê de herî kêm 6 hezar avahî xerab bûne

Li Mozambîk û Malaviyê lehî rabû. Têkildarî mijarê berdevkê hikûmeta Mozambîkê Ana Comoana axivî û diyar kir ku ji ber lehiyê herî kêm 66 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Comoana da zanîn ku dê niha jî bahoz rabe.

Berdevk Ana Comoana destnîşan kir ku di lehiyê de herî kêm 6 hezar mal hilweşiyane û 100 hezar erd jî di bin avê de maye. Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweya Yekbûyî jî daxuyand ku dê lehî bandorê li bajarê Berîayê jî bike. Li vê herêmê 1,6 milyon kes dijîn.

Di sala 2000’î de jî 800 kes û di sala 2015’an de jî 100 kes di encama rabûna lehiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Li başûrê Malaviyê jî di lehiyên çend roj berê de 45 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û 700 welatî jî bêmal mabûn. Mozambîk û Malavî yên ku li Efrîqayê ne, du welatên xizanin. Di dema baranên zêde her du welat jî di bin avê de dimînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar