Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dê sibe li Şengalê gorên komî bên vekirin

Sibe dê li Şengalê bi tevlêbûna nûnerên hikûmeta Iraqê, NY û oldarên êzidî li gundê Koço yê Şengalê gorên komî bên vekirin

Di 3’yê tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê bi hezaran welatiyên êzidî qetil kirin. Bi hezaran êzidî li gorên komî hatin veşartin û aqûbeta bi hezaran jî hîn nayê zanîn. Hat zanîn ku dê sibe gorên komî yên li Şengalê bên vekirin.

Vekirina gorên komî dê sibe saet di 10.30’an de li gundê Koço yê Şengalê destpê bike. Gorên komî dê ji aliyê hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û oldarên êzidî ve bi bernameyekê hevpar bên vekirin.

Bernameya vekirina gorên komî wiha ye:

1 – Rê û resmên ola ezdayetiyê

2- Xwendina sirûda Iraqê

3- Ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin

4 – Axaftina li ser navê komîteya amadekar

5- Axaftina Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê

6- Axaftina Nûnerê Taybet ê Sekreterê NY’ê û tîma navneteweyî a li Îraqê kiryarên DAIŞ’ê lêkolîn dike

7- Axaftina parlamenterê êzidî yê di parlamentoya Iraqê de

8- Axaftina li ser navê wezareta tenduristiyê

9 – Axaftina Saziya Şehîdan

10- Axaftina li ser navê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê

11- Axaftina Rêveberiya Parêzgeha Nînovayê (Musil)

12- Axaftina malbatên şehîd û windahiyan

Piştî axaftinan dê Babe Şêx (Oldarê Êzidî) axaftinek bike û destûra vekirina gorên komî bide. Li pey destûrê jî dê rê û resmên ola êzidî bên pêkanîn û piştre jî dest bi vekirina goran bê kirin. Di bernameyê de nehatiye diyarkirin ka dê li çend cihan û çend gorên komî werin vekirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar