Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Demîrtaş ji êlihiyan re peyam şand

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji gelê Êlihê re peyamek şand. Demîrtaş gelê Êlihê silav kir û got ku li dijî polîtîkayên qeyûman divê gelê kurd xwedî li namzetên HDP’ê yên Êlihê derkeve

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li bakurê Kurdistanê bênavber berdewam in. Li her kolaneke gund û barajarên Bakur parlamenter, namzetên hevşaredariyan, endam û rêveberên HDP’ê digerin û projeyên xwe ji gel re vedibêjin. Welatiyên ku bi coş û keyfxweşî HDP’iyan pêşwazî dikin, pêşniyar û daxwazên xwe bi HDP’iyan re parve dikin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de şevê din namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Êlihê yên HDP’ê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr atolyeya tekstîlê ziyaret kirin û kedkar vexwendin pîrozbahiya Newrozê. Di heman demê de şevê din bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, li Taxa Çamlitepeyê bi gel re civînek hat lidarxistin.

Peyama Demîrtaş

Di civînê de peyama hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hate xwendin. Di peyama xwe de Demîrtaş wiha got: “Ez ji bo gelê Êlihê, bi bêrîkirinek mezin silav û heskirinên xwe dişînim. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî polîtîkayên qeyûman di 31’ê adarê de, piştgiriyê bidin namzetên HDP’ê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz. Ez heta dawiyê bi we bawerim û em ê teqez biserkevin.”

Piştî peyama Demîrtaş welatiyan dirûşm berz kirin. Welatiyan piştî axaftinan jî heta derengiya şevê li ber stranan goven gerandin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar