Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 3 Ağustos 2025

Tevî 2 zarokên xwe di greva birçîbûnê de ye

Fehîme Zorarslan ku du zarokên wan di greva birçîbûnê de ne û wiha got: “Ez dayik im. Wexta zarokên min xwarinê nexwein, ma ez ê çawa bixwim?”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 130’yî de ye. Her wiha bi heman daxwazê li li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome.

Li Girtîgeha Tîpa T a Amedê, Abdullah Zorarslan û birayê xwe Farûk Zorarslan ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Dayik Fehîme Zorarslan anî ziman ku di 5’ê adarê de ew çûye girtîgehê û li wir hîn bûye ku zarokên wê di greva birçîbûnê de ne.

‘Ez dayik im’

Dayik Zorarslan diyar kir ku piştî wê rewşa zarokên xwe dîtiye wê jî dest bi greva birçîbûnê kiriye û li malê xwarinê naxwe tenê avê vedixwaze û şekir û xwê dixwe. Dayik Zorarslan wiha got: “Ez dayik im. Wexta zarokên min xwarinê nexwein, ma ez ê çawa bixwim? Çalakgerên di greva birçîbûnê de hemû zarokên min in. Eger ew tiştekî nexwin, ma wê warin çawa di qirika min de biçe?”

Zorarslan bang li her kesî kir û  wiha got: “Ji bo daxwaza zarokên me bê qebûlkirin divê her kes bibe dengê wan.” Dayik Zorarslan, anî ziman ku kengî zarokên wê çalakiya xwe bi dawî bikin ew ê jî ya xw ebi dawî bike û got: “Heta daxwaza me neyê qebûlkirin, wê çalakiya me dewam bike. Êdî bes e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar