Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Leyla Guven ji parlamenterên di grevê de re kulîlk şandin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 130 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji bo parlamenterên HDP’ê yên li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de, kulîlk şand. Guven bi rêya keça xwe peyama serkeftinê da çalakvanan

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 130’yemîn de didome. Bi heman armancê di 3’yê adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê tevî 5 endamên HDP’ê dest bi grevê kir. Di 8’ê adarê de jî bi heman armancê  parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç li avahiya HDP’e ya Amedê tevî 2 welatiyan tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorverger bûn.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi rêya keça xwe Sabîha Temîzkan re ji parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç re kulîlk şandin. Guven  ji keça xwe xwest ku kulîlkên ku şandin, li ser navê çalakgeran bide parlamenter Dersîm Dag. Dîsa silavên xwe ji çalakgerên nobetê re şand.

Peyama Guven

Der barê mijarê de Sabîha Temîzkan wiha got: “Dayika min got ku em bawer dikin dê bi ser bikevin. Pir silavê wê hebûn. Ez hêvî dikim ku êdî em ê bigihijin armanca xwe. Ji ber ku daxwazên dayika min û hevrêyên wê daxwazên rewa, hiqûqî û mirovî ne. Em dixwazin demek beriya demekî daxwazên wan bên qebûlkirin. Ez li gel dayika xwe me û pir hêzê ji wê digirim. Dibe ku tenduristiya wê xerab be lê moralê wê gelek baş e. Pir silav şandin.”

Zêdeyî sed çalakgerên di nobetê de jî peyama Leyla Guven bi çepîk û tililiyan bersivand. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar