Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

‘Sedema mirina Gezen xemsariya hikûmetê û bêdengiya gel e’

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê der barê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tekîrdagê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya fedayî pêk anî daxuyanî da. ÎHD’ê diyar kir ku ji ber xemsariya hikûmetê û bêdengiya civakê girtî serî li çalakiyên cuda didin û dixwazin bi vî awayî dengê xwe bidin bihîstin

Girtiyê siyasî Zulkuf Gezen duh li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Polîsên dewleta tirk jî şevê din cenazeyê Gezen revand û anî Amedê. Polîsên ku nehiştin cenaze bi girseyî bê veşartin, bi şev saet derdora 02.30’an cenaze bêyî ku ritûelên olî pêk bên bi awayekî korsanî veşart.

Têkildarî mijarê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ÎHD’ê diyar kir ku fikarên wan ên der barê çalakvanên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê zêde bûne. Komeleyê di berdewamê de jî çalakiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 131’emîn de didome, bi bîr xist.

Bang li hikûmetê kir

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyand ku xemsarî û polîtîkayên hikûmetê û bêdengiya civakê dibe sedem ku girtî serî li rê û rêbazên çalakiyên cuda bidin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Girtî bi van çalakiyan dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Ji ber van sedaman ciwanê 32 salî Zulkuf Gezen dawî li jiyana xwe anî. Em bang li hikûmetê dikin ku demildest peywira xwe bi cih bîne. Ji bo ku grevên birçîbûnê bi encam bibin, em bang li rayedarên dewlet û hikûmetê dikin ku gavên şênber biavêjin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar