Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Endonezyayê herî kêm 80 kes ji ber lehiyê mirin

Hejmara welatiyên di lehiya li Endonezyayê de jiyana xwe ji dest dane zêde bû. Rayedarên dewletê da zanîn ku hejmara welatiyên di lehiyê de mirin derket 79’an

Di 16’ê adarê de li herêma Papûa ya Endonezyayê lehî rabû. Bi taybet jî lehî li Sentayiyê ku 20 kîlometre dûrî Jayapurayê ye, bi bandor bibû.

Li gorî agahiyan, ava li herêmê di carekê de bilind bibû û rê li ber lehiyê vekir. Di encama lehiyê de bi dehan kes mirin. Li gorî bîlançoya herî dawî ya rayedaran di encama lehiyê de 79 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan welatî jî birîndar bûn. Di heman demê de nêzî 6 hezar kes jî hatin tehliyekirin. Rayedaran destnîşan kir ku herî kêm 43 kes winda ne.

Rayedarên dewletê daxuyand ku li herêmê ji ber hezîna xakê karesatên lêhiyê çêdibin. Ji ber lehiyê di gelek malan de zirar çêbû û hikûmetê 14 rojan rewşa awarte îlan kir.

Li Endonezyayê ji meha cotmehê heta nîsanê bê navber lêhî radibin. Di meha çileyê de jî li Girava Sûlawesiyê lehî rabibû û herî kêm 70 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar