Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rojnameger Eryîgît û Îşler hatin bibîranîn

Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Volkan Eryîgît û nûçegihanê rojnameya Evrenselê Hasan Îşler li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Di adara 2004’an de dema rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Volkan Eryîgît û nûçegîhanê rojnameya Evrenselê Hasan Îşler karwana hilbijartinê ya ‘Yekitiya Hêza Demokratîk’ dişopand, li Edeneyê qeza derbaskiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Rojnamegeran û Malbata Eryîgît û Îşler, li ser gorên wan ew bi bîr anîn.

Di bernameyê Eryîgît a li Goristana Kuçukoba de xebatkarên çapemeniyê, parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, Rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyê, rêveberên MEYADER, TUAYDER û gelek welati amade bûn. Di merasîma bi bîr anînê de bavê Volkan Eryîgît Aydin Eryîgît, qala kurê xwe kir û diyar kir ku dê bibe şopdarê rêya kurê xwe.

Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Çapemeniya azad tevî hemû astengiyan erk û peywira xwe pêk tîne. Kesên jiyana xwe ji dest dane divê her roj bên bibîranîn.”

‘Divê têkoşîna wî bê pêşxistin’

Malbata Rojnameger Îşler jî li gel rojnameger û rêveberên EMEP’ê çûn gora Hasan Îşler a li Goristana Akkapiyê. Li ser gora Îşler endamê GYK’ê EMEP’ê Halîl Îmrek diyar kir ku Îşler nasnameya rewşenbirî û karkeriyê di bedenekê de gihandibû hev û anî ziman ku divê di her rojname, belavok û afîşê de bê bibîranîn û têkoşîna wî bê pêşxistin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar