Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

HDP’ê malbata Şenyaşar ji bîr nekir

Heyeteke ku ji namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê pêk dihat li Pirsûsê dikana malbata Şenyaşar û esnafên navçeyê ziyaret kir. Di serdanê de esnafan got ku wan zilma li dijî malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye û dê Pirsûs bersiva vê bide

Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Pirsûs a Rihayê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Çevîk û Abdullah Polat, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û rêveberên HDP’ê welatî û esnafên Pirsûsê ziyaret kirin. Esnaf û welatiyan namzetên HDP’ê bi kêfxweşî pêşwazîkirin û desteka xwe diyar kirin.

Şandeya HDP’ê çû serdana dikana malbata Şenyaşar ku di hilbijartina 24’ê hezîranê de 3 ferdên wan ji aliyê AKP’iyan ve hatibûn qetilkirin. Di serdanê de esnafan diyar kir ku wan qetilkirina malbata Şenyaşar ji bîr nekirine û wek her hilbijartinê dê di vê hilbijartinê de jî li Pirsûsê winda nekin. Di serdanê de esnafekî got ku cîranên wan li ber çavên wan kuştin û ew dê li dijî vê zilmê bêdeng nemînin.

‘Em malbata Şenyaşar ji bîr nakin’

Esnafan ji şandeyê re destnîşan kir ku dê dîwarên beton ên li dora şaredariyê rakin û dirûşma Şaredarî Ya Me Ye berz kirin. Şandeya HDP’iyan piştre jî çû serdana dikana malbata Şenyaşar. Di serdanê de parlamenter Omer Ocalan wiha got: “Cînayeta ku li vê dikanê hatiye kirin, di esasê xwe de mînaka zilmê ya herî şênber a li ser gelê kurd e. Em ê vê kolanê û malbata Şenyaşar ji bîr nekin. Hevşaredar Hatîce Çevîk jî hevalek ji we ye. Guh bidin çîroka wê.”

Xebatên li Siwêregê

Namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Siwêregê yê HDP’ê Turan Tuysuz û rêveberên HDP’ê jî li herêmên Karakeçî û Karahanê serdana welatiyan û rûspiyên gundên Gogerçîn, Hamamveran, Kela, Xelef, Keçîkuyu, Xerabreş, Dalpek û Mirxasê ziyaret kirin. Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Siweregê Emîne Çetîner jî li navenda navçeyê bi hilbijêran re hate gel hev. Çetîner derî bi derî geriya û piştgirî ji hilbijêran xwest. Piştî serdana li taxan jî çû serdana nûnerên saziyên civakî. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar