Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

Li Zelandaya Nû qedexeya çekan dest pê kir

Beriya du hefteyan, nîjadperestekî awûstralyayî ku ji serdestiya spiyan bawer dike, li bajarê Christchurchê yê Zelandaya Nû êrîşî du mizgeftan kiribû û 50 kesan qetil kir. Piştî vê bûyerê li welat firotina çêkên êrîşê û nîv otomatîk hate qedexekirin

Li Zelandaya Nû piştî ku li du mizgeftan komkujî hate kirin, firotina çekên êrîşê û nîv otomatîk hate qedexekirin.

Serokwezîr Jacinda Ardern roja pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku firotina çekên êrîşê û nîv otomatîk hatiye qedexekirin. Qedexeya firotina çekan li gorî dema herêmê saet 15:00 kete meriyetê. Serokwezîr ji bo kirîna çekan bernameyek ji 100 heta 200 milyon dolarî xiste dewrê.

Ji bo kesên ku çekên wan hene dê efû jî bikeve meriyetê, lê belê yên ku heta dema hatiye diyarkirin çekên xwe radest nekin dê bi 4 hezar dolarê Zelanda Nû û 3 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.

Bi destpêkirina dema qedexeyê re nêzî 500 kes li nûmaraya taybet a polîsan geriyan û diyar kirin ku ew dixwazin çekên xwe radest bikin.

Beriya du hefteyan, nîjadperestekî awûstralyayî ku ji serdestiya spiyan bawer dike, li bajarê Christchurchê êrîşî du mizgeftan kiribû û di encamê de 50 Misilmanan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî texmîna polîsan, li Zelanda Nû ya ku nifûsa wê 4.5 milyon e, 1.2 milyon çek hene. Lê belê li ser hejmara çekên bi tîpa leşkerî yên di destê welatiyan de ne texmînek nehate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar