Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

21 êzidî li Şengalê radestî malbatên wan hatin kirin

Endamên TAJÊ û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê 21 êzidiyên ku ji hêla şervanên HSD’ê ve hatine rizgarkirin, li Şengalê radestî malbatên wan kirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de gelek êzidiyên di destê çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin. Êzidiyên ku hatine rizgarkirin jî radestî Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Gelemperiya êzidiyên ku hatin rizgarkirin jî derbasî Şengalê hatin kirin.

Herî dawî jî 21 êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgar kirin û li Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê dihatin sekinandin. Piştî hevdîtinên di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hêzên artêşa Iraqê de, destûr ha dayîn ku 21 êzidiyên hatin rizgarkirin derbasî Şengalê bibin.

Hat zanîn ku 21 kesên hatin rizgarkirin, derbasî Şengalê bûn. Welatiyên êzidî li Fermandariya YBŞ’ê ya li Xanesorê ji aliyê malbatên wan ve bi keyfxweşiyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Piştî nivîsandina navên kesên hatine rizgarkirin, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê her 21 êzidî jî radestî malbatên wan kirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar