Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Greva birçîbûnê ya girseyî du roj li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya 326 kurdistanî û dostên wan a li bajarê Strasbourg ê Fransayê du roj li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya bi dem û bi dorveger a kurdistaniyan û dostên wan a li Strasbourgê ku li dijî bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt. Siyasetmedarê HDP’ê Faysal Sariyildiz duh serdana çalakgeran kir. Sariyildiz di dema serdanê de axivî û wiha got: “Em îro hatine vê derê ji bo rûmeta xwe biparêzin. Divê em xwedî li Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê yên li zindanan û her deverê derkevin.”

Yek ji çalakgeran dayika Ramazan Îmîr e ku Îmîr zêdeyî 100 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye. Dayik Îmîr bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Strasbourg û zindanên Tirkiyeyê û nerazîbûn nîşanî xemsariya raya giştî da.

Di vê navberê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger li ber Katedrala Notredam a Strasbourgê û Place de Kleberê çalakiya xwe bal kişçandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Li bajarê Lahrê jî li ser mijara berxwedana grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk li panelê axivî. Çelîk diyar kir ku dema gelê kurd rêxistinbûyî be dê bi ser bikeve. STRASBOURG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar