Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 4 Ağustos 2025

Dadgehê biryar da ku Guven bi zorê bibin danişînê!

5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 140 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi zorê bibin danişînê

Der barê hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 140 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi sûcdariya ‘Endamtiya rêxistinê’ doz vekiribû. Bi hinceta ku Guven îfade nedaye dadgeha Rihayê, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna Guven a bi ferman hat dîtin.

Guven di 4’ê Nîsana 2017’an de beşdarî pîrozbahiya rojbûna Ocalan a li gundê wî Amara ya Xalfetiya Rihayê bibû û hatibû binçavkirin û piştî hat berdan doz lê hatibû vekirin. Heman doz li xwişk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan jî hatibû vekirin.

Guven a 140 roj in di greva birçîbûnê de ye nikaribû beşdarî danişînê bibe û parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.

Çelebî parastina miwekîla xwe Guven kir û got ku ji ber di greva birçîbûnê de ye nikare beşdarî danişînê bibe û diyar kir ku ew dixwazin doza miwekîla wî bi dawî bibe û bê beratkirin.

Dadgeha daxwaza Çelebî red kir. Dadgehê biryar da ku nivîsa muzakereyê ji polîsan re bê nivîsandin û Guven bi darê zorê bînin danişînê û doz taloq kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar