Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Projeya F-35’an: DYE li alternatîfan digere

Mutefîkên NATO’yê yên ku xwediyê balefirên şer ên F-35’in û DYE di warê S-400’an de bi fikar in. Fikarên wan ev e ku Rûsya bi pergala parastina fuzeyan a S-400’an karibe F-35’an bişopîne û ev jî bibe sedem ku di dahatûyê de ev proje li hemberî çekên Rûsyayê bê parastin bimînin

Ji ber ku Tirkiyeyê li Rûsyayê pergala parastina fuzeyên S-400’an kirî, aloziya di navbera Enqere û Washîngtonê kûrtir dibe.

Rayedarên ji Amerîkayê ji Reûtersê re axivîn, diyar kirin ku heke Tirkiye ji projeya jeta şer a F-35’an derkeve ji ber rola wê ya di pêvajoya hilberînê de dê astengî çêbibe.

Çavkaniya ku navê xwe neda, diyar kir ku ji bo F-35’an nêzî 800 parçe hatine hilberandin û hinek ji van parçeyan jî bi dijwarî tên peydakirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji bo hilberandina hin parçeyan teklîfên şîrketên din hene û got ku şûna Tirkiyeyê dikare were dagirtin.

Mutefîkên NATO’yê yên ku xwediyê balefirên şer ên F-35’in û DYE di warê S-400’an de bi fikar in. Fikarên wan ev e ku Rûsya bi pergala parastina fuzeyan a S-400’an karibe F-35’an bişopîne û ev jî bibe sedem ku di dahatûyê de ev proje li hemberî çekên Rûsyayê bê parastin bimînin.

Patrîck Shanahan ê ku wekaletî ji Wezareta Parastinê ya DYE’yê re dikir, diyar kiribû ku Tirkiye ji dêvla S-400’an divê pergala fuzeyan a Patrîot bikire

Ji ber ku Tirkiyeyê daxwazeke wisa nekiriye tê diyarkirin ku DYE li alternatîfan digere.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar