Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Doza Ozgur Gundemê hate dîtin

Doza rojnameger û nivîskarên ku tev li Nobeda Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn, hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê 13 kesan de biryar da

11’emîn danişîna doza nivîskar û rojnamegerên tev li Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin bûn, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Danişîna doza rojnamegerên nobedar Eren Keskîn û Huseyin Aykol, rojnameger Reyhan Çapan, Zuleyha Yilmaz, Nuran Ozdogan, Ruhat Kaya, Serbest Zan, Muzaffer Ayata, Emrullah Kurcan, Huseyin Guçlu û Reyhan Hacioglu li dadgehê berdewam kir. Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç li salonê amade bû.

Heyeta dadgehê der barê Zuleyha Yilmaz de biryar da ku ji bo parastinê bê girtin. Dîsa ji bo Emrullah Kurcan, Huseyin Guçlu û Reyhan Hacioglu xwest kar û barên fermî bê kirin. Heyetê biryar da ku ji bo dosyaya Keskîn jî bi dosyayê re bibe yek nivîsê ji 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re bişînin. Heyetê doz taloqî 8’ê gulanê kir.

Der barê 13 kesan de biryar da

Heyetê piştî navberê der barê 9 jê rojnameger 13 kesan de biryar da. Heyetê der barê serokê Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê Faruk Eren, nivîskarê rojnameya Evrenselê Îhsan Çaralan û Fehîm Işik, Ertugrul Mavîoglu, Celal Başlangiç, Oncu Akgul, Huseyîn Aykol, Omer Agîn, Dilşah Kocakaya, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Veysel Kemer, Yuksel Oguz û Celalettîn Can de ji bo kêmasiyên ewraqan bên temamkirin doz taloqî 3’yê nîsanê kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar