Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Tevgera Goran û PDK’ê li ser mijara serokatiya herêmê lihev kirin

Koma PDK û Tevgera Goran li ser mijara sererastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê li hev kir û pêşnûmeqanûnek pêşkeşî parlamentoyê kir

Komên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran li ser mijara sererastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê li hev kirin. Her du partiyan bi îmzeya 68 parlamenteran, pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.

Serokê Koma PDK’ê ya li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw li ser mijarê daxuyanî da û ragihand ku di çarçoveya lihevkirina li gel Tevgera Goran û hevpeymanên din re, ji bo aktîfkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê û pêşdeçûna şêweya hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê, bi îmzeya 68 parlamenteran pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirine.

Omêd Xoşnaw da zanîn ku li gorî pêşnûmeqanûnê, Serokê Herêma Kurdistanê dê di dema parlamentoyê de li parlamentoyê were hilbijartin û piştre dê awayê hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê bi lihevkirina hemû aliyan di destûrê de were bicihkirin.

Li gorî agahiyan, parlamenterên Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê), Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê pêşnûmeqanûn îmze nekirine. Tê payîn ku di rûniştina bê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de bikeve rojevê.

Tevî ku li Herêma Kurdistanê 179 rojin hilbijartina parlamentoyê hatiye kirin, hîn jî hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Li gorî qanûnê divê Serokê Herêma Kurdistanê kesekê ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar bike. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar