Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Li Reqqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqqayê di encama lêkolînan de li Goristana Fexîx a Reqqayê 304 cenaze ku gelemperî aîdê zarok û jinan bûn, derxistin

Piranî jê jin û zarok, li Goristana Fexîx a Reqqayê 304 cenaze hatin derxistin. Goristana Fexîxê li başûrê baregeha Telaî Baas a berê ye û berfirehiya wê nêzî 20 donim e. Ji roja rizgarkirina Reqqayê heta niha li vê goristanê 8 gorên komî hatin dîtin.

Tîma Destwerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqqayê derxistina cenazeyan ji gelek cihên li bajarê Reqqayê dewam dike. Goristana Fexîxê jî yek ji wan herêmane û tîmê destwerdanê heta niha 304 cenaze derxistine. Beriya niha jî di vê goristanê de 4 cihên komî hatibûn dîtin.

Piraniya cenazeyan dan malbatên wan

Têkildarî mijarê berpirsê Tîma Destwerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqqayê Yasîr El Xemîs anî ziman ku li ser daxwaza gel û meclisên herêmî, ji 9’ê çileyê ve li Goristana Fexîxê xebatên lêgerînê dikin. El Xemîs destnîşan kir ku 304 cenaze ji goristanê hatine derxistin û wiha domand: “Nasnameyên gelekan jê hatine diyarkirin. Piraniya cenazeyan radestî malbatên wan hatin kirin.”

Xebatên wan berdewam in

Di berdewamê de jî El Xemîs daxuyand ku piraniya cenazeyên hatine dîtin aîdê jin û zarokanin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li beşek ji herêma Fexîxê zeviya çandiniyê ye. Parçeyek ji bo navenda lêkolînên çandiniyê hatiye veqetandin û goristana wê jî ji 4 beşan pêk tê. Heta niha tenê li ser 2 beşan xebat hatiye kirin. Xebatên derxistina cenazeyan a xebatkarên me didome. Me ji her çar aliyên Reqqayê cenaze derxistin.” REQQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar