Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Qamişlo serkeftina HSD’ê bi şahiyek heybet hat pîrozkirin

Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyan, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweprastinê, pîrzobahiya serkeftina HSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin

Îro li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi hezaran şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê û şêniyên bajêr serkeftina HSD‘ê hat pîrozkirin. Ji bo parastinê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîkê, Hawarê, Heyva Sor a Kurd amade bûn. Pîrozbahî bi dirûşmeya “Me biryar da û em bi ser ketin” hate lidarxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven, alên YPG, YPJ û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate xemilandin.

Şahî bi merasîmeke leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ’ê ve tevî mûzîka Koma Nihasîyê dest pê kir. Her wiha şervan piştî wê li qadê geriyan û alên xwe berz dan.

Şahî bi stranên Koma Amara, Koma Şehba û Koma Botan û gerandina xelekên govendana bi dawî bû, li gel wê diruşmên rizgarkirina Efrînê û rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçûbînê hatin berzkirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar