Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Beriya hilbijartinê 713 kes hatine binçavkirin

HDP’ê diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya xebatên hilbijartinê re bi talîmata desthilatdariyê heta niha 713 kes hatine binçavkirin

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û parlementera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê operasyonên siyasî yên li ser partiya xwe daxuyanî da.

Başaran bilançoya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî helê kurd, endam, rêveber û namzedên wan ên meclisa şeradariyan aşkera kir. Başaran li ser girtin û binçavkirina ev agahî par ve kir: “Di 30’ê adarê de li Stenbolê gelek jê namzetên me yên meclisa şaredariyê, bi giştî 53 kes hatine binçavkirin. Li Edeneyê jî Hevserokê me yê bajêr jî di nav de 8 endamên partiya me hatine girtin. Li Îdirê jî 15 endamên HDP û DBP’ê hatibûn binçavkirin û 9 kes hatin girtin. Li Wanê jî 24 kes hatibûn binçavkirin û 14 jê hatine girtin. Li Rihayê jî endamên me yên meclisa şaredariyê jî di nav de 11 kes hatine binçavkirin. Ji destpêkirina xebatên hilbijartina 31’ê adara 2019’an û heta niha 713 kes hatine binçavkirin û 107 kes hatine girtin.”

Başaran destnîşan kir ku dê desthilatî bi vê yekê negihêje armanca xwe û ev tişt anî ziman: “Tifaqa AKP û MHP’ê bi binçavkirin û girtine, endam, rêveber, muşahîd, nûnerên me yên partiyê û endamên meclisê yê şaredariyê dê nikaribe bigihêje armanca xwe. Me li hemberî faşîzmê li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin û em ê li ser sindoqan jî li ber xwe bidin. Dê sibê vê bloka faşîst were belavkirin. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan û îradeya xwe ya demokratîk û berxwedêr bidin diyarkirin.”ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar