Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Qeyûmê Wanê 1 trilyon û 389 milyar TL li pey xwe hişt

Qeyûmê Wanê di nava 3 salan de 1 trilyon û 389 milyar û 749 milyon û 762 hezar TL deynê Şaredariya Bajarê Mezin çêkir. Serokwekîlê meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbay diyar kir ku heta niha der barê rêveberiya HDP’ê de ji bo qurişekî jî doz nehatiye vekirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, têkildarî deynê ku Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê li pey xwe hiştiye daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Wanê dan. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên HDP’ê yên Wanê Umît Dede, Yadîşah Karabulak, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci Endamê meclisa şaredariyê Cahît Bozbay amade bûn.

Dede ani ziman ku di demên dawî de bi maşîneyên zirxî li dijî wan belavokan belav dikin û wiha got: Dewlet provokasyonek tarî pêş dixe. Belavokan bê îmze belav dikin. Ew çi bikin bila bikin dîsa partiya me dê şaredariyê ji destê qeyûm bistîne.”

Wekîlê Cîgirê Serokê Meclisa Şaredariya Wanê Cahit Bozbay jî li ser deynê şaredariyê û yê qeyûmê Wanê li dû xwe hiştiye ev tişt anî ziman: “Di serdema BDP’ê de 382 milyon û 74 hezar TL deynê şaredariyê hebû. Ev deynê mabû jî yê serdema AKP’ê ku nelirêtî kiribû ye. Deynê fîrmayên ketibûn îhaleyên berê 197 milyon 493 hezar TL bû. 82 milyon TL jî deynê serdema AKP’ê ye. Rêveberiya Qeyûm piştî hat ser kar 1 trilyon û 24 milyar û 385 hezar 650 TL deyn li şaredariyê çêkir. Deynê VASK’î yê li qeyûm jî 365 milyon û 364 hezar 111 TL ye. Qeyûm bi giştî 1 trilyon û 389 milyar û 749 milyon û 762 hezar TL  deyn li şaredariyê hişt.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar